Zagros an Çiyayên Zagrosan rêzeçiyayeke Kurdistanê ye û herêma herî berfireha çiyayî ya Kurdistanê ye ku ji Bakurê Kurdistanê despê dike û bi dirêjiya 1600 kîlomêtre ber bi (başûr) Başûrê Kurdistanê û Rojhilata Kurdistanê ve diçe ku heya Kendava Farsê dirêj dibe. Rêzeçiyayên Zagrosê di nav xwe de gelek çiyayan vedigirtiye ku ev rêzeçiya ji bakur ber bi başûr ve 1600 kîlometre dirêj bûye û ji rojava ber bi rojhilat ve jî 300 kîlomêtre berfireh bûye. Xala herî bilind ê Çiyayên Zagrosê Çiyayê Dena ye ku bi bilindahiya 4.409 mêtre bilind e. Xalên herî nizm ên Zagrosê heya 1.000 metreyan daketine. Çiyayên Zagrosan yek ji warên dîrokî ya Kurdistanê ye ku ji aliyê kurdan ve wekê keleheke xwezayî ya xweparastinê hatiye bikaranîn. Çemên Zarînê û Sîmîneyê ji çiyayên Zagrosê derdikevin û ber bi bakur ve diherikin Gola Ûrmiyeyê. (zêdetir...)
Wîkîpîdiya însaykllopîdiyayekî azade ke hemû kesêk detiwanêt destkarîy bikat. Witare soranîyekan le mangî 8î 2009ewe le mallperrî ciyawazî kurdîy nawîn û be elfubêy erebî billaw debinewe.
Wîkîpediya, ensîklopediyeke azad a bi zimanê kurdî ye. Ev projeya navneteweyî, derfeteke girîng a ji bo pêşdexistina zimanan e. Mirovên ku dixwazin zimanê kurdî pêşde biçe, dikarin di Wîkîpediyayê de alîkariya zimanê me bikin. Hûn jî dikarin li vir tevlî me bibin. Keremkin bi beşên alîkarî û pênc hîmên sereke yên wîkîpediyayê fêr bibin ka gotar çawa têne nivîsandin.
1968 – Kozmonotê Sovyetê yekem mirovê derket fezayê Yurî Gagarîn di 34 saliya xwe de di qazayeke balafirê de mir.
1970 – Li Gedîzê erdhejeke li gorî pîvana Richterê 9 pile, qewimî. Di karesatê de 1087 kes mirin, bi hezaran kes jî bê star û bê mal man.
1977 – Li giravên Qenariyê, balafirên bi tîpên KLM û Pan Am li hev qelibîn, di encamê de 583 kes mirin.
1991 – Bajarê Kerkûkê ku ji aliyê xelkê kurd ve hatibû rizgakirin, ji aliyê rejîma Iraqê ve bi heftiyekê hate dagirkirin. Di encam dagirkirinê de bi sedan kurd hatin kuştin, gelek ji wan jî ber bi çiyan û sînoran ve der bi derbûn.
1997 – Li eyaleta Amerîka Kalîforniyayê 39 kesan bi hev re întîhar kirin.